Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Trump di Hilbijartinê de Serketî Bû

Дата публикации: 06-11-2024 12:01:10

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê serê sibê Pennsylvania jî di nav li hin eyaletên biryarder bi ser ket.
Trump bi serketina li wan eyaletan nêzî serketina hilbijartinê bû û rêka Cîgira Serok ya berê Kamala Harris ya jibo dewreke nû ya Qesra Sipî teng kir.
Hem Trump û hem jî Harris piştî roja Sêşemê sindoq hatin girtin li wan eyaletên ku partîyên wan piştgirîyeke mezin distînin zû wek serketî hatin ragihandin.
Çaverê bû li 7 eyaletan, ku wek qadên şer dihatin bi nav kirin, balans biguhere û bandoreke berbiçav li encaman be.
Trump tevî Georgia, North Carolina li Pennsylvania jî bi ser ket û gihîşt 267 dengan ku jibo serketinê 270 hewce ne.
Harris jibo bi bi ser keve divê eyaletên wek Michigan, Wisconsin, Nevada û Arizona bistîne.
Ji alîyê din ve Komarîyan derengê roja Sêşemê, Civata Senatoran ya bi 100 kursî xist bin kontrola xwe, lê eşkere nebû ku ewê li Civata Nûneran kontrol di destê kê de be.
Trump îro Çarşemê li Florîda spasîya alîgirên xwe kir û serketina xwe ragihand.
‘’Ev gaveke wisa ye ku berê ti kesî nedîtiye û ya rast ez bawer dikim ku ev yek tevgera herî mezin ya sîyasî ya dîrokî ye.’’
Wî soz da ku ewê sînoran û kêşeyên din yên welêt çareser bike.
Trump got ku ewê jibo pêşkeşkirina Amerîkeyeke hêzdar, ewle û aram bixebite.
Karbidestekî kempeyna Harris ji alîgirên li Washingtonê re got ku ewê Harris roja Sêşemê bi şev neaxife, lê îro Çarşemê paşê bipeyîve.
Jêder: VOA 

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1FBI Dibêje Dijî Trump Cara Duyê Hewila Kuştinkarîyê Çêbûye05.6216-09-2024
2Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim05.4521-08-2026
3UTrump loHarris Balungiselela Ingxoxo- mpikiswano 08.6104-09-2024
4UMnu Trump loNkosikazi Harris Bakhankasa Ezigabeni Ezimqoka Kukhetho Lwalonyaka eMelika08.1626-08-2024
5Imikhankaso kaTrump loHarris Idinga Usekelo Esigabeni seGeorgia07.930-08-2024
6Serok Trump Operasyona Aborî ya Herî Kujer li Dijî Îranê Ragihand05.1820-08-2026
7Kremlîn Piştî Serketina Trump Dibêje Moskow Dikare Dîyalogê Çêke04.7606-11-2024
8Washington di 250 Salîya Serxwebûnê de Pêşbirka Otomobîlan Himbêz Dike06.8320-08-2026
9Trump Raportekê Derbarê Zindanîyên Îranê bo Duwem Car Parve Dike04.6222-08-2026
10Barrack: Amerîka bo Kêmkirina Girjîyan di Navbera Tirkîyê, Îsraîl û Sûriyê de Navbeynkarîyê Dike04.119-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 5.45. Источник: www.dengeamerika.com.