Di 6ê Şibata sala par 2023an de, 2 erdhejên pir mezin li bakur rojavayê Sûrîyê û başûrê Tirkîyê çêbûn.
Navenda erdhejê devera Mereşê ya li Tirkîyê bû, lê herêma Efrînê û bi taybetî nahîya Cindirêsê pir zarar di vê erdhejê de dîtibû, çi mirovên ku di bin kavilan de man û bûne qurbanî yan avahîyên rûxiyabûn.
Felaketa erdhejê rewşa Efrînê kiribû rojev, ku ev herêma Kurdî ji sala 2018an de, di bin dagirkerîya Tirkîyê de ye, û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî binpêkirin û sûcên dijî mafên mirov lê encam didin.
Herwiha li gor çalakvanên Kurd erdhejê zehmetî û êşên şênîyên Kurd li Cindirêsê zêde kirine, ku wan pir kêm alîkarîyên mirovahî wergirtine, jiber ku cudakarî derheqê zarardîtî û mexdûrên Kurd yên erdhejê de hatiye kirin.
Jibo zanîna agahîyîn pirtir li ser vê mijarê.
Rewşa Efrîn û Cindirêsê piştî salekê ji erdheja wêranker bi taybetî zarardîtîyên Kurd.
Karê rêxistinên mirovahî û çiqas bi Kurdan re li wê derê bûne alîkar.
Metirsîyên guhertina demgorafîk û avakirina wargehan di bin navê alîkarîya qurbanîyên erdhejê de.
Di Mijara Rojê de ev babet bi du mêvanan tê gotûbêj kirin, ew jî:
Rojnamevan û edîtorê rojnameya Levant News, Şîyar Xelîl.
Çalakvan û rojnamevan Roj Mûsa.
Jibo guhdarîkirina tevahîya bernameyê fayla deng vekin.
| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be | 0 | 6.62 | 29-07-2026 |
| 2 | Du Girtîyên Kurd ji Qamişlo Piştî Heft Salan Hatin Azadkirin | 0 | 6.19 | 18-07-2026 |
| 3 | Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Amadekarîyên Hilbijartinên Şaredarîyan Didomin | 0 | 8.21 | 30-04-2024 |
| 4 | Li Amedê Siyasetvan Êrîşên Îranê ser Kurdên Rojhilat Şermezar Dikin | 0 | 4.19 | 21-07-2026 |
| 5 | Emîne Şenyaşar jibo Çalakîya Xwe Banga Piştgirîyê Dike | 0 | 4.66 | 06-05-2024 |
| 6 | Keçeke Kurd di Taykwondo de Dibe Yekem ser Asta Sûrîyê | 0 | 5.63 | 10-07-2026 |
| 7 | چاودێرانی سیاسی: تورکیا ترسی لە ڕوودانی گۆڕانکاری هەیە و دەیەوێت دۆخەکە لەگەڵ کورد ئاسایی بکاتەوە | 0 | 7.13 | 17-10-2024 |
| 8 | Gotûbêjên Ser Zêdebûna Rêjeya Ereban li Herêma Kurdistanê | 0 | 6.89 | 07-08-2026 |
| 9 | Vekirina Navendeke Siwarbûna Hespan li Qamişlo | 0 | 7.42 | 09-08-2026 |