Dezgeha Têkoşîna li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê îro roja Duşemê ragihand ku du dronên xwekuj ji cureyê "Hedîd-110" ku ji nava Îranê hatibûn avêtin, demjimêr 12:28 ê şevê, ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihê mayîna serokê dezgeha "Parastinê" kirin armanc, bêyî ziyanên canî hebin.
Mesrûr Barzanî li ser platforma X’ê daxuyaniyek da û pişt rast kir ku Îranê êriş kiriye ser ofîsa wî û cihê mayîna serokê ajansa Parastinê.
Wê got, piştî lêkolîn û lêpirsînan derket holê ku êrîş ji alîyê Îranê ve pêkhatîye.
Barzanî ev êrîşên Îranê bi tundî şermezar kirin, û tekez kir ku ev yek pêşveçûneke metirsîdare û gefe li ser ewlehî û aramiya herêmê. Herdu cih ku di êrîşan de hatbûn aramnc girtin, li havîngeha Pirmam ya nêzîkî Hewlêrê ne.
Herêma Kurdistana Îraqê gelek caran rastî êrişên bi dron û mûşekan hatiye. li gor raportên herêmê ji dema destpêkirina pevçûn û girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de, nêzî hizar êrîş li herêma Kurdistnê pêkhatine.
Di êrîşan de baregayên berpirsên siyasî, zeviyên petrol û gazê û baregayên partîyên kurd yên opozisyona rejîma Tehranê hatine armancgirtin.
Rayedarên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, Îranê û komên çekdar ên bi alîgiriya Îranê bi wan êrîşan tawanbar dikin.

| # | Наименование новости | Тональность | Информативность | Дата публикации |
|---|---|---|---|---|
| 1 | Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye? | 0 | 5.78 | 17-08-2026 |
| 2 | Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê | 0 | 4.23 | 15-08-2026 |
| 3 | Fûad Hûsên Derbarê Êrîşa Hewlêrê Helwesteke Fermî ji Îranê Dixwaze | 0 | 5.18 | 17-08-2026 |
| 4 | Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye | 0 | 5.62 | 16-08-2026 |
| 5 | Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir | 0 | 5.62 | 16-08-2026 |
| 6 | Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde | 0 | 6.22 | 17-08-2026 |
| 7 | Vance: Bernameya Navokî ya Îranê û Daxistina Bihayê Petrolê Armancên Sereke yên Şerê Niha ne | 0 | 3.97 | 14-08-2026 |
| 8 | Fransa Îranê bi 'Xwînrijandinê' ji ber Cezayê Darvekirinê Tawanbar Dike | 0 | 5.45 | 13-08-2026 |
| 9 | Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne | 0 | 5.04 | 16-08-2026 |
| 10 | Behrêynê Êrîşa Îranê ya Dijî Keştîyekê li Tengava Hormuzê Şermezar Dike | 0 | 4.74 | 15-08-2026 |