Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê

Дата публикации: 15-08-2026 19:11:12

Li gorî raportên medyaya herêmî, Qasim Ebûdî, şêwirmendê ewlehîya niştimanî ya Îraqê bi serokayetîya şandekê û bi fermana serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, îro Şemîyê danê sibê gihîşte Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê.
Serdana şanda Bexdayê bo Herêma Kurdistanê li ser mijarên ewlehîyê yên hevbeş yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê û pêdaçûna li ser xalên peymana ewlehîyê ya di navbera Îraq û Îranê de bû.
Ofîsa Ebûdî di daxuyanîyekê de got ku Şêwirmendê Ewlekarîya Niştimanî ya Îraqê li Hewlêrê bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK) re civiya.
Ji bilî nirxandina pêşhatên herî dawî yên herêmê û cîhanê, herdu alîyan li ser “rewşa giştî ya Îraqê” danustandin kirin û nirxandin.
Li gor daxuyanîyê, "Herdu alîyan li ser hemahengî û hevkarîya berdewam a di navbera Bexda û Hewlêrê de di warên kontrola sînor, parastina ewlehî û aramîyê, û ji bo nehêlana qaçaxçîtîyê û terorîzmê, nîqaş kirin.”
Piştî serdanê, Komîteya Bilind a bicîhanîna Peymana Ewlehîyê ya Hevbeş a di navbera Îraq û Îranê de, bi serokatîya Qasim Ebûdî ji Bexdayê û Rêbar Ehmed, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê, civînek li dar xist.
Daxuyanîyê eşkere kir, ku komîteyê cîbicîkirina rêkeftina di navbera Îraq û Îranê de nirxand û “Tekez li ser girîngîya berdewamîya danûstandin û hemahengîya di navbera hikûmeta federal a Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî rênmayên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê, kir.”

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?05.7817-08-2026
2Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir05.4517-08-2026
3Fûad Hûsên Derbarê Êrîşa Hewlêrê Helwesteke Fermî ji Îranê Dixwaze 05.1817-08-2026
4DEM Partî Dixwaze Tirkîyê Komkujîya Enfalê Nas Bike05.0425-04-2024
5Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir 05.6216-08-2026
6Fransa Îranê bi 'Xwînrijandinê' ji ber Cezayê Darvekirinê Tawanbar Dike05.4513-08-2026
7Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne05.0416-08-2026
8Behrêynê Êrîşa Îranê ya Dijî Keştîyekê li Tengava Hormuzê Şermezar Dike04.7415-08-2026
9Donald Trump: Divê Îran Ala Sipî Hilde06.2217-08-2026
10Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye05.6216-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 4.23. Источник: www.dengeamerika.com.