Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin

Дата публикации: 16-08-2026 11:49:40

Serokê Desteya Federal a Destpakîyê ya Îraqê, Dr. Muhemmed Elî Lamî, got ku Îraq û Tirkîyê dixwazin hevahengîya siyasî ya di navbera herdu welatan de veguherînin gavên praktîkî di warê dadwerî û vegerandina pere û mulkên dewletê de.
Lamî di serdana xwe ya Tirkîyê de, piştî hevdîtina bi Cevdet Yilmaz, cîgirê serokê Tirkîyê, û berpirsên Wezareta Dadê ya Tirkîyê re, îro Yekşemê ragihand ku herdu alîyan li ser drustkirina rêyên rasterast û xalên têkilîyê yên hevkarîyê li hev kirine.
Wî got ku ev gav dê pêvajoya bicihanîna biryarên dadgehên Îraqê ji bo vegerandina pere û mulkên kesên ku bi dosyayên gendelîyê têne tawanbarkirin an hatine cezakirin û li Tirkîyê ne, bilezîne.
Lamî her wiha got ku Îraq hemû dosyayên temam bûne birine Enqerê û dixwaze bi hevkarîya Tirkîyê wan ji qonaxa amadekarîyê derxîne û bibe qonaxa bicihanîna biryaran.
Wî tekez kir ku şopandina kesên tawanbar bi gendelîyê û vegerandina pereyên ku ji tawanên gendelîyê hatine bidestxistin, divê bi sînorên welatan neyê rawestandin.
Desteya Federal a Destpakîyê ya Îraqê di daxuyanîyeke din de îro Yekşemê ragihand ku nêzî 9 milyar dînarên Îraqî, herwiha 7 barên qalibên zêr û zêrên xemilandinê li mala Cîgirê Wezîrê Elektrîkê ji bo karûbarên veguhestin û belavkirinê hatine destserkirin.
Li gorî Desteyê, operasyon di çarçoveya lêkolîna dosyaya gendelîyê de hat kirin û pere û zêrên hatine dîtin hatine tomarkirin û destserkirin.
Hêjayî gotinê ye Amerîkayê ji bo berdewamî û pêşvebirina hevparên weberhênanê û hevkarîya darayî bi Îraqê re, gavên rastîn ên li dijî gendelîya darayî û parastina sazîyên aborî dike şert.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin04.3622-08-2026
2Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
3Îraq Peymaneke Enerjîyê ya 'Stratejîk' bi Tirkîyê re Radigihîne04.4901-08-2026
4DEM Partî Dixwaze Tirkîyê Komkujîya Enfalê Nas Bike05.0425-04-2024
5Du Girtîyên Kurd ji Qamişlo Piştî Heft Salan Hatin Azadkirin06.1918-07-2026
6Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Hackerên Îranê Terxan Dike05.9820-08-2026
7Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike08.6729-07-2026
8Demsala Çinîna Gulberojan li Herêma Kurdistanê Destpê Dike05.7622-08-2026
9Li Amerîka, Îraqî bi Tîma Welatê Xwe di Cama Cîhanê de Serbilind in05.8924-06-2026
10Sîyasetvan Î. Xelîl Baran Parastina Demîrtaş ya di Doza Kobanê de Dinirxîne06.6203-01-2024

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 5.04. Источник: www.dengeamerika.com.