Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Hackerên Îranê Terxan Dike

Дата публикации: 20-08-2026 16:48:08

Bernameya Xelatên ji bo Dadmendîyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, xelatek heta 10 milyon dolarî ragihand ji bo agahîyên ku dibin sedema destnîşankirin an jî têkoşîna li dijî çalakîyên sayberî û hackkirinê yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê.
Bernameyê roja Pêncşemê, 20’ê Tebaxê, li ser platforma X’ê peyamek weşand û ji kesên ku agahîyên li ser çalakîyên hackerên hikûmeta Îranê hene xwest ku wan ji Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê re dabîn bikin.
Di peyamê de hat gotin ku kesên ku agahîyên kêrhatî li ser hacker û ajanên sayberî ên rejîma Îranê, an jî çalakîyên wan, didin Amerîkayê, dibe ku xelatek pere û veguheztina bo cihekî ewledar ji wan re were pêşkêşkirin.
Daxuyanîya Wezareta Derve bi taybetî behsa Birca Yas li Tehranê kir û got ku hejmarek kesên ku çalakîyên sayberî ên zîyanker ji bo Pasdaran û berpirsên payebilind ên hikûmeta Îranê pêk tînin, li wir dijîn.
Daxuyanîyê herwiha Îlaha Yezdî wekî nişteciha Bircê destnîşan kir û got ku ew hevkara nêzîk a Mihemed Baqir Şîrînkar e, berpirsê girêdayî Fermandarîya Sayber û Elektironî ya Pasdarên Şoreşê.
Bernameya Xelatên ji bo Dadmendîyê di bin çavdêrîya Xizmeta Ewlekarîya Dîplomatîk a Wezareta Derve de dixebite û ji bo agahdarîyên têkildarî gefên ewlehîyê yên li ser Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û berjewendîyên wê, xelatên darayî pêşkêş dike.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Bandora Cezayên Amerîka yên Dijî Îranê li ser Aborîya Îraqê 03.8420-08-2026
2Wezîrê Enerjîya Amerîka: Hinardekirina Petrolê bi Rêya Tengava Hormuzê bi Awayekî Berçav Zêde Bûye07.1722-08-2026
3Çîroka Serkeftî ya Azadîya Çapemenîyê di 250 Salîya Serxwebûna Amerîkayê de06.8320-08-2026
4Îran Destûrê Dide Keştîyên Petrolê yên Îraqê ji Tengava Hormuzê Derbas Bibin04.3622-08-2026
5Serok Trump: Ger Pêwîst be, Ez ê Sed Carên Din Êrîşî Îranê Bikim05.4521-08-2026
6Îraq û Tirkîyê li ser Vegerandina Pereyên Gendelîyê li Hev Kirin05.0416-08-2026
7Amerîka, Welatê Azadîyên Ayînî di Salvegera 250'emîn Serxwebûnê de04.6221-08-2026
8Иранские хакеры атаковали водные и энергетические системы в Америке07.8124-07-2026
9Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike05.9322-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 9. Тональность: 0. Информативность: 5.98. Источник: www.dengeamerika.com.