Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê

Дата публикации: 05-08-2026 18:38:09

Erdogan dibêje ku “Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî”, piştî şêwirên baldar hatîye amade kirin.

Основное содержимое страницы с новостью.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, pêşkêşkirina pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya jibo parlemana Tirkîyê pîroz kir, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingehekê hiqûqî ava bike.

Erdogan dîyar kir ku “Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî”, piştî şêwirên baldar hatîye amadekirin û bi hevbîrbûnek berfireh ya siyasî ji parlemanê re hatîye pêşkêşkirin

“Pêşnîyar îro bi hevbîrbûneke berfireh, ku vîna gelê me ya çareserîyê nîşan dide, hat pêşkêşkirin,” Erdogan di daxuyanîya xwe ya li ser X’ê got.

“Ez hêvî dikim, ev gava ku armanc dike Tirkîyê ji gefa terorê bi awayekî mayînde rizgar bike û hawirdora aştîyê li welat û herêma berfirehtir xurt bike, wê encamên baş bi xwe re bîne,” wî got.

Erdogan spasîya serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, komên partîyên siyasî û parlemanteran kir, bi sedema ku beşdarê amadekirina pêşnivîsê û pêşvebirina pêvajoyê bûne.

Pêşnivîsa qanûna çarçoveyî ya bi 12 xalan îro Çarşemê bi îmzeya 360 parlamenteran hat pêşkeşkirinê parlementoya Tirkîyê.

Qanûna pêşnîyarkirî wê piştî ku dezgehên ewlehîyê destnîşan bikin ku PKK/KCK û saziyên girêdayî wê çalakîyên xwe bi dawî kirine û çekên xwe radest kirine, bikeve merîyetê. Piştre divê Civata Ewlekarîya Neteweyî vê yekê bi awayekî fermî piştrast bike.

Seroktîya parlemanê “Pêşnivîsa qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" şandîyê Lijneya Dadwerîyê ya parlemanê, ku çaverê ye, di 7’ê Tebaxê were nîqaşkirin.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be06.6229-07-2026
2Tirkîye Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê Pêşkêşî Parlemanê Kir08.1905-08-2026
3Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin07.8303-08-2026
4Li Qamişlo Pêşangeha 'Arşîva Civaka Êzîdî' Hate Lidarxistin04.7613-08-2026
5Raport: Tevî Bidawîbûna Dema Borîya Ceyhan, Petrola Îraqê Ber bi Tirkîyê ve Diherike06.2230-07-2026
6Tirkîyê bi Serdana Serokwezîr Zeydî Rola Xwe di Petrola Kerkukê de Xurttir Dike08.6729-07-2026
7AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike07.1204-08-2026
8Ocalan Qanûna Çarçoveyî Wek “Kilîta" Pêşvebirina Pêvajoya Aştîyê Pênase Dike06.1203-08-2026
9Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin09.412-08-2026
10Du Girtîyên Kurd ji Qamişlo Piştî Heft Salan Hatin Azadkirin06.1918-07-2026

Классификация: Международные. Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 7.83. Источник: www.dengeamerika.com.