Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Ocalan Qanûna Çarçoveyî Wek “Kilîta" Pêşvebirina Pêvajoya Aştîyê Pênase Dike

Дата публикации: 03-08-2026 12:55:54

Ocalan qanûna çarçoveyî jibo çareserîya” pirsgirêkek dîrokî” wek destpêka rêwîtîyeke bi nav dike.

Основное содержимое страницы с новостью.

Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ku ev 27 sal in girtîye pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya ku çaverê ye ku li parlemanê were pêşkeşkirin, wek “kilîta" pêşvebirina pêvajoya aştîyê li Tirkîyê bi nav kir.

Ocelan ê ku partîya wî di lîsta terorê ya Amerîkayê de ye, got, “Qanûna ku siyaset derxîne weke kilîtekê ye ku pêşî li vê pêvajoyê veke."

Peyama Ocalan ji alîyê Şandeya Îmralîyê ya Partîya Wekhêvî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî ) îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî hat ragihandin.

DEM Partîyê got ku endamên Şanda Îmralîyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol roja Şemîyê, di 2’yê Tebaxa 2026’an de lî Girava Îmralî bi Ocelanê girtî, re hevdîtineke sê saetan kiriye.

Li gor şandeyê, Ocalan di hevdîtinê de li ser qonaxa niha ya pêvajoya aştîyê nêrîn û nirxandînên xwe anîne ziman û xwestiye ku peyama wî bi raya giştî re were parvekirin.

Ocalan di peyama xwe de qanûna çarçoveyî, jibo çareserîya” pirsgirêkeke dîrokî” wek destpêka rêwîtîyeke û qasî damezrandina Komara Tirkîyê girîng, pênase kir û got ku "rêwîtîyek bi hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike.”

Wî banga piştgirîkirina qanûnê kir û dîyar kir ku serketina peyvajoyê “ne tenê jibo Kurdan yan komeke taybet, lê jibo herkesê li vî welatî pêwîstîyek e.”

“Gaveke ku were avêtin wê bandorê li çarenivîsa welat û herêmê bike; ew ê rê li ber pêşxistina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. “

Ocalan destnîşan kir ku “hîn her tişt çareser nebûye” lê jibo nêzîkatîya neyînî jî rewşek tûneye.

“Ya girîng ew e ku ev gav rast bê fêhmkirin û jibo serketina pêvajoyê her kes bi berpirsyarîyê bigrê,” wî got.

Ev peyama Ocalan di demekê de tê, ku li bende ye ku hikûmet pêşnivîsa qanûna çarçoveyî ya peyvajoya aştîyê jibo pejirandînê pêşkeşê parlementoya Tirkîyê bike.

Serokê parlemanê Numan Kurtulmu hefteya borî bi 8 partî û komên parlemanê re ser xebat û naveroka qanûna çerçoveyî civînên cuda pêk anîbû û gotibû ku wê qanûn di rojên pêş de were pêşkeşkirin.

Kurtulmuş herî dawî di 30’yê Tîrmehê de li ser qanûna çarçoveyî got ku û ew di amedekirina qanûnê de gihîştine asta dawî û wê qanûn demkî be, ne efûya giştî be û piştî pejîrandîna hilweşîna PKK’ê bikeve merîyetê.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Partîyên Tirkîyê Ser Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî Helwestên Xwe Dîyar Dikin 07.5605-08-2026
2Tirkîye Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê Pêşkêşî Parlemanê Kir08.1905-08-2026
3Pêşnivîsa Qanûna Çarçoveyî di Koma Parlemanê Ya AKP’ de Tê Îmzekirin07.8303-08-2026
4Piştî Gefeyên Hin Eşîrên Ereb, Çalakvan Hişdarîya Şerekî Kurdî-Erebî li Sûrîyê Dikin06.425-07-2026
5Peyama Erdogan Ya Ser Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê07.8305-08-2026
6Bakirhan Dibêje 'Qanûna Çarçoveyî Derîyê Aştiyê Ye.'06.7504-08-2026
7AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike07.1204-08-2026
8Li Qamişlo Pêşangeha 'Arşîva Civaka Êzîdî' Hate Lidarxistin04.7613-08-2026
9Li Şanliurfayê zarokekî 8 salî ji ber êrîşa kûçikên serberedayî birîndar bû07.0425-07-2026
10Li Erzincanê kesê ku rastî êrîşa hirçê hat birîndar bû04.2826-07-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 10. Тональность: 0. Информативность: 6.12. Источник: www.dengeamerika.com.