Вход на сайт

Просмотр новости

Найдите то, что Вас интересует

Fransa Îranê bi 'Xwînrijandinê' ji ber Cezayê Darvekirinê Tawanbar Dike

Дата публикации: 13-08-2026 18:47:32

Wezareta Derve ya Fransayê îro Pêncşemê bang li Îranê kir ku dev ji bikaranîna cezayê darvekirinê wekî amûreke zordarîyê berde. Ev yek helwest wekî bersiv bû hember rexneyên Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî.
Piştî belavkirina daxuyanîyeke navneteweyî ku tê de bikaranîna cezayê darvekirinê li Îranê hatibû şermezarkirin, şerekî devkî di navbera berpirsên dîplomatîk ên payebilind ên Fransa û Îranê de derket. Parîsê roleke sereke di vê şermezarkirina navneteweyî de lîst û Îran bi "rijandina xwînê" tawanbar kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot di posteke xwe ya li ser X'ê de rexneyên tund li kiryarên Îranê kir û got: "Heft meh piştî hovîtîya berfireh a li dijî gelê Îranê yê ku ji bo daxwaza dad û rûmetê rabû ser pêyan, ev rejîm bi pêkanîna hejmareke zêde ya darvekirinan xwînrijandina xwe didomîne."
Di bersivê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî rexne bi tundî red kir û hikûmeta Fransayê bi standardên ducarî tawanbar kir.
Tê zanîn roja Çarşemê zêdetirî 30 welatî, di nav de Fransa, Brîtanya, Kanada, Awustralya, New Zealenda, Almanya û Îtalya, ligel berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallas, bikaranîna cezayê darvekirinê ji alîyê Îranê ve li dijî xwepêşanderan "bi tundî" şermezar kirin.

Основное содержимое страницы с новостью.

This item is part of

Схожие новости

#Наименование новостиТональностьИнформативностьДата публикации
1Behrêynê Êrîşa Îranê ya Dijî Keştîyekê li Tengava Hormuzê Şermezar Dike04.7415-08-2026
2Fûad Hûsên Derbarê Êrîşa Hewlêrê Helwesteke Fermî ji Îranê Dixwaze 05.1817-08-2026
3Bessent: Em ê Cezayên Herî Dijwar ên Dîrokê li Îranê Bisepînin04.4920-08-2026
4Îran Têkilîya bi Medya Amerîkî û Îsraîlî re Wek Tawan Dibîne05.0416-08-2026
5Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir05.4517-08-2026
6Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?05.7817-08-2026
7Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê04.2315-08-2026
8Îranê li Bajarê Kerecê Girtîyekî din Sêdare Kir 05.6216-08-2026
9Îmaratê Hemî Têkilyên Aborî yên bi Îranê re Rawestandin04.919-08-2026

Классификация: . Схожих патентов: 0. Схожих новостей: 9. Тональность: 0. Информативность: 5.45. Источник: www.dengeamerika.com.